Şovenên Kerkûkê li dijî lîsteya Kerkûka Kurdistanî derdikevin

Berpirsê Ragihandina Rêxistinên Demokratîk ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê yê Kerkûkê Rewan Talib eşkere kir ku şovenên Kerkûkê ji bo xerabkirina lîsteya Kerkûka Kurdistanî, kar dikin.

Berpirsê Peywendiyên Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê Kerkûkê Seîd Kemal jî eşkere kir ku aliyên Ereb dijberiya lîsteya partiyên Kurdistanî dikin.

Lîsteya ‘Kerkûka Kurdistanî’ navê lîsteya hevbeş a hinek partiyên Kurdan ên Kerkûkê ne ku ji bo beşdarbûna hilbijartina meclîsa parêzgeha Kerkûkê ku wê di 1’ê Nîsana 2020’an de pêk were hatiye avakirin.

Ji bo berfirehkirina lîsteyê niha kar tê kirin, da ku hemû hêzên Kurd beşdar bibin.

Li gorî agahiyên pêkhateyên lîsteyê dane, şovenên Kerkûkê dijberiya lîsteyê dikin.

Berpirsê Ragihandina Rêxistinên Demokratîk ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê yê Kerkûkê Rewan Talib li ser mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

Karekî girîng bû ku bi dengê çend partiyên Kurdistanê me hevpeymanek ji bo beşdarbûna hilbijartina meclîsa parêzgeha Kerkûkê pêk anî.

Me wek partiyên Kurdî yên Kerkûkê biryar da ku em di heman listeyê de bikevin hilbijartinê.

Lê hin partiyên Ereb û Tirkmen yên şoven dixwazin ji bo hevpeymane me perçebikin kardikin û astengiya derdixînin.

Her wiha Berpirsê Peywendiyên Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê Kerkûkê Seîd Kemal jî têkildarê mijarê diyarkir ku ji bo ew bigihîjin armancên xwe ewê hîn zêde karbikin da ku hemû kurd di hilbijartinê de bibin yek.

Seîd Kemal bang Kurdên li Kerkûkê kir û got: Divê gelê me kartên xwe yên bayometrî nû bikin da ku em serbikevin.

Bi riya mela,rêxistinên civakî û keyayên taxan welatiyan teşwîq bikin ku bi awayek berfireh beşdarî hilbijartinê bibin.

Leave a Reply

Back to top button