9 partiyan hevpeymana Kurdistanê ragihadin

Li dijî şovenîzmê kurdan cara yekem jî be helwestek hevpar wergirtin.
9 partiyên siyasî yên li Hewlêrê civiyayîn, biryar dan ku bi lîstya Hevpeymaniya Kurdistanî beşdarî hilbijartinên meclîsên parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale bibin.

Li Hewlêrê 9 partiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartinên meclîsên parêzgehên Iraqê ku biryare 1’ê Nîsana 2020’an pêk were civiyan.

Di civînê de biryara dan ku bi yek lîseyê beşdarî hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale bibin.

Herwiha li ser navê lîsteyê jî li hev kirin.

Wê navê lîsteyê ‘Hevpeymana Kurdistanê’ be.

Navê partiyên ku li hev kirine jî wiha ne:

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK),

Tevgera Goran, Hizba Komunîst,

Komeleya Îslamî ya Kurdistan,

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK),

Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê,

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê,

Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê

û Bizûtneweya Îslamî beşdarî civînê bûne.

Leave a Reply

Back to top button