Reuters: di nava salekê de nêzî yek milyon kes ji AKP’ê istifa kirine

Dema bingehê partiryekê li ser xwapandinê bê avakirin dawiya dawî her dihilweşe.
Ev niha jî qedera hikumeta faşîst a AKP’ê ye.
Êdî bêhêvîbûna ji partiya AKP û Serokê wî Erdogan bûye sedema ku endamên partiyê jê dur bikevin.
Ajansa Reutersê ragihand ku tenê di nava salekê de nêzî yek milyon kes ji AKP’ê îstifa kiriye.

 

Serokê AKP’ê Erdogan ji bo li ser deshiladariyê bimêne, bi siyseta xwe ya qirêj dest bi planan kir.

Yek ji van plana sereke jî hedefa Erdogan ya bûyîna Serokomar û bihêzkirina erkê Serokkomariyê bû.

Ev yek jî di hezîrana 2018’an de bi hevkariya li gel MHP’ê pêk anî.

Lê Serokê AKP’ê Erdoganê ku ev yek ji xwere weke serkeftinê didtî, ne di ferqê de bû ku wê di dema pêş de bibe nîşaneya hilweşîna deshilatdariya wî.

Endamên AKP`ê yên wekî serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û cîgirê serokwezîr ê berê Alî Babacan îstîfa kirin û hewldana avakirina tevgeran li dijî partiya Erdogan dikin.

Malperan diyar kir ku di vê salê de zêdetirî 800 hezar endamên AKP`ê îstîfa kiriye.

Bi mijarê ve girêdayî berpirsan ji Reutersê re eşkere kir ku îstîfakirina endaman ji AKP`ê nîşana bêhêvîtiya ji partiyê ye.

Rayedarekî berê ku navê xwe parve nekir û ji partiyê îstîfa kiriye, got:

Rojane endamên AKP`ê yên xwedî rol û mîsyon, rêyeke nû ji xwe re hildibijêrin.

Gelek hevalên me dixwazin tev li Ahmet Davutoglu û Alî Babacan bibin.

Alîgirekî Ahmet Davutoglu ku di vê mehê de ji partiyê îstîfa kiriye Cuma Îçten anî ziman ku AKP kesên îstîfa kirine, wan wek xayîn bi nav dike û dike hedef.

Li gorî nîşaneyên niha derdikevin ger bi vî awayî dewam bike, wê di hilbijartina 2023’an de AKP derbekê mezin bixwe.

Ji xwe ji ber rewşa xerab ya aborî û siyasî ya Tirkiyê jî gotinên hilbijartina pêşwext derdikevin.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin, ger bi vî awayî biçe hilweşîna AKP’ê wê di demek nêz de be.

Nîşaneya vê ya herî diyar jî di hilbijartina Şaredariyan a Tirkiyê de hikumeta AKP 5 bajarên herî mezin ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button