Salih Muslim: dewleta Tirk êdî pirsgirêka DYA û Koalîsyonê ye jî

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim da zanin ku dewleta Tirk a dagirker, tevî mutebakata heyî dev ji armanca xwe ya dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyê bernedaye. Salim Muslim got ev ne tenê pirsgirêka wan e, heman demê de êdî pirsgirêka dewletên yekbûyî yê Amerîka û koalîsyona navneteweyî ye jî.

 

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim ku ji ajansa ETHA’yê re axivî, bi bîrxist ku li ser ewlehiya sînorê bakur û rojhilatê sûriyê di navbera dewletên yekbûyî yê Amerîka, dewleta Tirk û QSD’ê de mutabakatek hat çekirin.

Mislim destnîşan kir ku bi vê yekê re koalîsyonê, li şuna lîstoka dewleta Tirk a ‘herêma bi ewle’ dest bi avakirina mekanîzmeya ewlehiyê kir, noqteyên çavderiyê ava kir.

Salih Muslim got:

Dewleta Tirk ji vê yekê ne raziyê û niha li reya reva ji mutebakatê digere.

Ev yek jî ne pirsgirêka me, lê ya dewletên yekbûyî yê Amerîka û koalîsyona navneteweyî ye.

Salih Muslim balê kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk di dagirkeriyê de israr dike û wiha got:

Dewleta Tirk dixwazê dagir bike û herêmêk bê Kurd ava bike.

Dewleta Tirk diwaze tiştek mîna kembera ereban ya ku rejîma sûriyê ji sala 1962’an ve hewl dide pêk bîne, ava bike.

Daxwaza nifûsa ku ji çeteyên kiriye pêxwasên xwe pêk tê li herêmek ku ne aîdê wan e bicîhkirin, naye qebulkirin.

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim destnişan kir ku gelê herêmê wê li hember êrîşek gengaz parastina xwe bike û got:

Aştî bi du aliyan, şer jî bi bi daxwaza yek alî çedibe. Eger di şer de israr bikin emê parastina xwe bikin.

Leave a Reply

Back to top button