HPG: li Heftanînê balafira keşfê hate xistin û 2 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rêze çalakî pêk anîn.
Di van çalakiyan de balafirek keşfê hate imha kirin û 2 leşker hate kuştin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarê çalakiyên gerîla yên Heftanîn, Kato Jîrka û Şirnexê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

12’ê Îlonê gerîla di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî barhilgireke ku amûr ji bo leşkerên dewleta tirk dibir herêma dikeve navbera devera Kato Jîrka û navçeya Elkê ya Şirnexê bi rêbazê sabotajê kirin hedef.

Di vê çalakiyê de barhilgir bi tememî hate imhakirin.

27’ê Îlonê gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Hefteînê ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa dewleta Tirk de, li nêzî Girê Şehîd Şêxmûs ê devera Şehîd Kendal, li dijî yekîneyeke dijmin, ku derketibûn operasyona dagirkirinê çalakiyek kirin.

Di vê çalakiya kozik û çeperên dijmin ji sê baskan ve hate lêdan û di encam de 2 leşker hatin kuştin.

Heman demê gerîla balafirek keşfê ya bi tîpa Dron jî kirin hedef. Drona bi xurtî lêhate dayîn kete xwarê û îmha bû.

Leave a Reply

Back to top button