Li dijî hêzên Îranî yên Bokemalê êrîşên esmanî yên nenas pêk hat

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku duh bi şev çekên parastinê yên Îranê yên asmanî li nêzî Bokemal a li ser sînorê Sûriye-Iraqê êrîşên nenas rawestandin.

Çavdêriyê diyar kir ku heta niha ne encamên bersivdayînê û ne jî dengê çekan ne hatine piştrastkirin.

Hêzên Îranê diyar kir ku di vê mehê de nuqteyên wan ên li Dêra Zorê yên li ber sînorê Sûriye-Iraqê, ji aliyê derbeyên nenas ve bûne hedef di encamê de nêzî 40 kes hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Mihdî biryara vekirina deriyê El-Qayim ê di navbera Sûriyê û Iraqê de erê kir.

Leave a Reply

Back to top button