Nûnerê NY ji bo Sûriyê Geir Pedersen bêrî lidarxistina civîna komîteya destûrî ragihand ku nebawerî navbera Rêjîm û Opozsyonê de heye û ev yek jî dibe astegniya danûstandinan.
Beriya lidarxistina civîna komîteyê, xalên nakokiyê derdikevin pêş.
Pederson li van xala mikur tê ku, Rêjîm û Opozsyon bi hev ne bawer in û ev yek wê astengiyan derxîne.
Rêjîma Sûrî destûreke nû red dike û opozsyon jî yekî nû dixwaze.
Tevî van nakokiyan jî Pedrson ragihand ku, wê gera yekem a civînên komîteyê vê mehê were lidarxistin.
Li aliyekî din jî li gorî biryara meclisa Ewlekariyê ya 2254 divê hemû pêkhate beşdarî vê komîteyê bibin.
Lê Rêveberiya Xweser a ku rêveberiya ji sedî 30 xaka Sûrî dike ragihand, vexwendin ji wan re nehatiye.
Ji lewre destnîşan kir ku, ev komîteye ku mafê 5 Milyon welatiyan binpê dike, wê neyê qebûlkirin.