Li Serêkaniyê wergirtina berhemên pembo destpê kir

Navenda Sefih a herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê dest bi wergirtina berhemên bembo ji cotkaran kir.
Li gorî salên borî berhema pembo îsal baş e.

 

Rûbera çandina pembo li bakurê Sûriyê ji ber aloziya li Sûriyê kêm bibû.

Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û alîkariya Rêveberiya Xweser ya ji bo cotkaran li heremê çandina pembo vegeriya mîna berê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend rojan nirx û cihê wergirtina pembo diyarkiribû.

Ji wan navenda, Navenda Sehif a herêma Serêkaniyê, îro dest bi wergirtina berhemê pembo kir.

Gerînendeyê Giştî yê kargehê û derxistina pembo ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Yûnis diyar kir ku navenda Sefih dikare rojane 2 hezar ton bi giştî 25 hezar ton ji pembo werbigre.

Yûnis bang li cotkaran kir ku destpêkê serî li komîteyên çandiniyê yên li herêmê bidin da ku belgeyên pêwîst bigre û navê xwe di navendê de qeyd bikin.

Yûnis destnîşan kir ku piştî wergirtina pembo bi 15 heta 20 rojan cotkar dikarin fatoriyên xwe bigrin.

Leave a Reply

Back to top button