Şandeyeke jinan a bakur û rojhilatê Sûriyê li Silêmaniyê hevdîtin pêkanîn

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan ên Başûrê Kurdistanê de, li Silêmaniyê serdana Berpirsa Navenda Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm kir.

Di hevdîtinê de qala girîngiya lidarxistina 3’yemîn konferansa neteweyî ya jinên Kurd hate kirin.

Şandeyê rewşa Kurdistanê û rewşa jinên her çar parçeyên Kurdistanê nîqaş kirin.

Her wiha qala girîngiya rola jinan a di pêkanîna yekîtiya neteweyî de kirin.

Endama Kordînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah têkildarî naveroka hevdîtinê axivî û got:

Hevdîtina me bi awayekî erênî derbas bû.

Me li ser rewşa giştî ya ku niha civaka me têre derbas dibe nîqaş kir.

Berpirsa Navenda Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm jî teqezî li ser girîngiya amadekariyên lidarxistina konferansa neteweyî ya jinan kir.

Şanaz Îbrahîm amadebûna ya xwe ya ji bo piştgirî û piştevaniyê jî anî ziman.

Leave a Reply

Back to top button