Ji sedî 70’î ji projeyên xizmetguzariyê yên îsal pêk hatin

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan diyar kir ku projeyên xizmetguzariyê yên ku ji bo îsal danîbûn, ji sedî 70’ê bi dawî bûne .Her weha da zanîn ku nêzî 7 milyar û 400 milyon lîreyên Sûriyê li van projeyan çûye. Li gorî Desteyê pirsgirêkên herî zêde dikşînin, kêmbûna alava û kadroyên endazyarî û pîşezasên pispor in.

 

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan xebatên xizmetguzarî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Bi taybet jî li herêmên nû hatine rizgarkirin.

Desteyê di 3 mehên beriya bidawîbûna îsal de gelek proje mîna sererastkirina rê, aktîvkirina firnan, stasyonên avê yên xirab û torên ava vexwarinê, bi dawî kirin.

Ji bo herêmên rizgarkirî, tevahî xizmetguzariyên pêwîst pêk hatin, da ku şênî vegerin warên xwe.

Ew jî rakirina satir, sererastkirina rêyên sereke û stasyonên ava vexwarinê.

Li gorî rayedaran heta niha jî xebat didomin.

Derheqê pirsgirêk û astengiyên li pêşberî Desteyê, hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Cozêf Lehdo axivî.

Cozêf Lehdo diyar kir ku pirsgirêkên mezin ên li pêşberî pêkanîna projeyên wan, kêmbûna alav, kadroyên endazyarî û pîşezasên pispor in.

Li ser xebatên xizmetguzarî yên 3 mehên dawiya îsal de jî Lehdo got:

Di van sê mehan de wê xebatên me tenê sererastkirin be.

Tenê wê werşeyên sererastkirinê yên vekirina kunên herikîna avê li ser rêyan, bên aktîvkirin.

Lêçûna salane ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser 4 beşan pêk tê û her beşek 3 meh in.

Tê de plan û proje li gorî herêmên Rêveberiya Xweser pêk tên.

Lêçûna ji Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan re da ku projeyên xizmetguzarî di 3 mehê beriya bidawîkirina îsal pêk bînin, 7 milyar û 400 milyon lîreyên Sûriyê hatiye diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button