Welîd El-mûelim: Tirkiyê yekîtiya axa Sûriyê têk dibe

Rêjîma Sûrî ragihand ku, Dewleta Tirk qala yekîtiya axa Sûrî dike, lê ew bi xwe yekîtiyê têk dibe.

Rêjîmê di ciîvna NY de banga derketina hêzên biyanî û di serî de Dewleta Tirk ji axa Sûrî kir.

Wezîrê karê derve yê Rêjîma Sûrî Welîd El-Mûelim banga vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyê kir û desntîşan kir ku, “eger ev hêz bimînin ew ê tedbîrên xwe bigirin”.

Di civîna Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Muelim diyar kir ku, “her zêdeke biyanî bêyî diyalogan li ser xaka Sûriyê bixebite, dagirker e, divê dimildest vekişin.”

Her wiha wezîrê Rêjîmê teqez kir ku, “Tirkiyê yekîtiya axa Sûrî têk dibe, nabe ew qala yekîtiyê bike ew terorsîtan diparêze”.

Welîd El-Mûelim behsa piştgriya dewleta Tirk ji komên çete re kir û got,

“Idilb cihê herî mezin ê kombûna wan koman e û divê têkildarî Cebhet El-Nusra û rêxistinên terorîst çareserî were peydakirin.”

Leave a Reply

Back to top button