Aramî û ewlehî hertim bûye cihê jiyanê.
Li bakur û rojhilatê Sûrî jî ji ber ev yek di demek nêz û encama berxwedaniyek bê hempa de pêk hat, koçberên Sûrî û Iraqê ref bi ref berê xwe dan herêmê û li vir bicih bûn.
Heta niha zêdetirî 117 hezar koçber û penaber li bakur û rojhilatê Sûrî ne.
Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan ji ber hatina demsala zivistanê banga piştevaniya ji bo rewşa koçberan kir.
Bakur û rojhilatê Sûrî, ango bi navê xwe yê din stargeha ji bo koçberên Sûrî û penaberên Iraqê re ye.
Piştî şerê li Sûrî û Iraqê koçberî ber bi herêmên ewle ve despê kirin.
Heta niha zêdetirî 117 hezar koçber û penaberên Iraqê di nav 14 kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin.
Navê wan kampan jî wiha ne:
Hol, Mebrûka, El-Erîşa,
El-Nesrî, Minbic rojhilat a kevin,
Minbic rojhilat a nû, Mehmudlî,
Eyn Îsa, Veger, Şehba, Serdem,
Berxwedan û Efrîn.
Li gorî Buroya Kar û Barên Koçberan rojane koçber bi hejmarên mezin têne kampan.
Hejmara koçberên ku di rojên dawîn de hatine kampa Mebrûkayê gihaşt zêdetirî 800’î.
Rêveberiya Xweser çavdêriya wan kampan dike û parastin û pêwîstiyên sereke pêşkêş dike.
Hindek rêxistinên mirovî yên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, alîkariyên xwarin, tenduristî û kon ji wan re pêşkêş dikin.
Li gorî çavdêrên kampan ew alîkarî nagihîje asta ku tê xwestin û alîkariyan ku pêşkêş dikin jî di navbera ji sedî 30-40 de ye.
Bi nêzîkbûna zivistanê re, pêwîstî bi guhertina konên riziyayî, danîna ciyawazên baranî li ser konan û pêwîstiya belavkirina sifinc û batanî li koçberan heye.
EHMED: BERGIRIYÊN RÊXISTINÊN MIROVÎ YÊN JI BO ZIVISTANÊ TÊRÊ NAKIN
Girêdayî mijarê hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed teqez kir ku bersivdayîna rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê ji vê werzê re ne bi lez e.
Şêxmûs Ehmed îşaret pê kir ku derfetên rêveberiyê li beramberî hejmara ew qas mezin a koçberan têrê nakê.
Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku bi lez pêdiviyên werza zivistanê ji guhertina konan, belavkirina isfenc û bataniyan û alîkariya tenduristî ji bo koçberan peyda bikin.
Rêveberiya Xweser pêngava “Bernameya Vegerê” dest pê kiribû.
Li gorî vê;
Hezar û 136 koçberên ku piraniya wan di kampa Holê de diman, bi kefaleta êlan li gorî 5 beşan derketin,
Dêrazor 397 koçber li ser du beşan a yekê 201 û ya din 196,
Minbic 127 koçber û du beşên Reqa û Tebqayê 612 koçber.
Di rojên pêş de jî tê payîn ku hinek beşên din jî ji kampan derbikevin.