Girtî: 2 sal in 9 girtî di odeya yekkesî de tên tecrîdkirin

Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê name şandin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê yek bi yek rêz kirin. Girtiyan diyar kirin ku zêdetirî 2 sal in 9 hevalên wan tên tecrîdkirin.

Girtiyan di nameya xwe de tiştên ku bi wan re rû bi rû dimînin wiha rêz kirin:

* Rojnameya Yenî Yaşamê jî di nav de gelek pirtûk, kovar hwd bi awayekî kêfî nadin me.

* Nexasim di 4-5 salên dawî de her roj davêjin ser odeyên me, amûrên me belawela dikin û ji bo bê aramiya me çi ji destê wan tê dikin.

* Birina me ji bo nexweşxaneyê pir bi derengî dixin, bi mehan e hin hevalên me li benda birinê ne. Tedawîya girtiyên nexweş bi kêfî tên taloqkirin.

* Zêdetirî 2 sal in 9 hevalên bi awayekî kêfî tên tecrîdkirin.

* Di demên dawî de ji girtîgehên cuda hin hevalên me hatine veguhestin, wan bi rojan jî odeyekê û mexdûr dikin.

Leave a Reply

Back to top button