Trump: siberoja Emerîkayê ji her demê bêhtir di metirsiyê de ye

Serokê Emerîkayê Donald Trump ku ji bo ji wezîfeyê bê dûrxistin ketiye ber lêpirsînê, diyar kir ku çarenûsa welatê wî ji her demê bêhtir di rewşeke metirsîdar de ye.

Donald Trump peyamek bi dîmen li ser Twitterê weşand û ev îdîa da pêş.

Trump di peyama xwe de demokrat kirin hedef û got:

“Ji ber ku paşeroja welatê me ji her demê bêhtir di rewşeke metirsîdar de ye.

Hewl didin min asteng bikin, ji ber ku ez ji bo we têdikoşim.

Ti carî ez ê destûrê nedim ku vê yekê bikin.”

Demokratan bi hinceta ku Trump li gel Serokkomarê Ûkraynayê ji bo reşkirina hevrikê xwe Joe Biden ketiye nava hewldanan, dest bi pêvajoya dûrxistina ji wezîfeyê ya Trump kiribûn.

Li gorî medya Amerîkayê, Qesra Spî eşkerekirina hin axaftinên bi telefonê yên Trump ên bi hin lîderan re asteng kir.

Ji Meclîsa Nûneran a Emerîkayê sê komîsyonan ji Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mike Pompeo xwestibû, ku di çarçoveya lêpirsînê de hemû belgeyên der barê Ûkraynayê di nava hefteyekê de radestî wan bike.

Leave a Reply

Back to top button