Cemîl Bayik: Armanca fermana 74’an qirkirina Êzidiyan bû

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî bi komkujiyê re derbaskirin û bi hezaran jin û zarok revandin. Bi boneya salvegerê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkîldarî mijarê nirxandin kir. Cemîl Bayik diyar kir ku Êzidî bi pêşxistina tifaqan dikarin statuya xwe pêş bixin.