El-qeftan: biryara 2254’ana di avakirina komîteyê hatiye binpêkirin

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê wek binpêkirineke biryara navneteweyî ya 2254’an bi nav kir û daznîn ku ji ber xeta demokrasiyê hatiye paşguhkirin ev komîte wê bisernekeve.

Sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî jî destnîşan kir ku dûrxistina MSD’ê ji komîteyê pejirandina parçekirina Sûriyê ye.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan têkildarî avakirina komîteya destûra nû ya Sûrî nirxandin kir.

Îbrahîm El-Qeftan biryara 2254’an bi bîr xist ku got,

Di avakirina komîteya destûrê de ev biryar hatiye binpêkirin.

El-Qeftan nebeşdarbûn Rêveberiya Xweser di komîteya destûrê de wek şaştiyek mezin bi nav kir û wiha anî ziman:

“Hevdîtinên ku li Cinevê li dar dikevin girîngtirîn damara xeta demokrasiyê paşguh dikin.

Hin hêzên têkildarî aloziya Sûriyê hewl didin li ser hesabê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî aloziya Sûriyê li gorî xwe çareser bikin.”

ÎBRAHÎM EL-QEFTAN: KOMÎTETA DESTÛRÊ BI SER NAKEVE

El-Qeftan teqez kir ku amadekirina destûrê bê rêveberiya Bakur û Rojhilat Sûrî wê kûr, seqet û ne sax bimîne.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku çareseriya Sûrî ne tenê di destûrê de ye, lê belê derxistina dagirkeriya dewleta tirk despêkê ji Efrîn û tevahî xaka Sûrî pêkane.

CEMAL ŞÊX BAQÎ: DÛRXISTINA MSD’Ê JI KOMÎTEYÊ PEJIRANDINA PERÇEKIRINA SÛRIYÊ YE

Sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî jî diyar kir ku dûrxistina MSD’ê ji komîteyê, pejirandina parçekirina Sûriyê ye.

23’ê Îlonê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê ragihand.

Li gorî plana NY’yê, divê di komîteya destûrê de 150 endam wê cih bigrin.

50 endam ji rejîm, 50 ji opozîsyonê û 50 jî nûnerê taybet ê NY wê werin hilbijartin.

Leave a Reply

Back to top button