Asayîşa PDK’ê nahêle Çira Tv û radyo Çira li Şêxan û Xankê kar bikin

Li başûrê kurdistanê hinek kes weke ku karê wan tenê qutkirina dengê civaka Êzdî ye tevdigerin.

Beriya demekê bû ku televsiona Cira Tv li ser xaka pîroz ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat astengkirin.

Diyare ku vê astengiyê dilê PDK’ê rehet nekir ku heta vê carê Radiyoya Dengê Çira Şengalê asteng dikin.

Rêveberiya radyoya Dengê Çira jî diyarkir ku biryar siyasiye û divê aliyên eleqedar ji vê şaşitiya xwe vegerin.

Piştî astengkirina ekîbên Çira Tv, endamên radyoya Dengê Çira Şengalê jî li herêmên Şêxan û Xankê yên Başûrê Kurdistanê hatin astengkirin.

Rêveberiya Dengê Çira Şingalê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya radyoyê wiha ye:

Em wekî rêveberî û xebatkarên radyoya Dengê Çira Şengalê qedexekirina Çira TV û radyoya Çira Şengalê ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bi tûndî şermezar dikin.

Ev qedexeyek siyasî ye ku li hemberî destkeftiyên Êzidiyan tê meşandin.

Asayîşa PDK’ê bê ku hincet nîşan bide Laleşa Nûranî ji ekîba me re qedexe kiriye.

Li xebatkarê radyoya me yê ku bernameya hûnerî amade dikir, gefa ‘heger tenê carek din bernameyek wî bê weşandin, dê yekser bê girtin û cezakirin’ hatiye xwarin.

Çira TV û Dengê Çira Şengal dengê vî miletê ku piştî 74 fermanan jî bi hêza xwe ya hûndirîn li ser piyan maye û dixwaze bi çand, ziman, bawerî û heqîqeta hebûna xwe bi awayekî azad bijî.

Qedexekerininên bi vî awayî tenê hizmeta dijmin û dijberên civaka Êzidî, Şengalê û tevahî Êzidxanê dikin.

Rêveberiya radyoyê di dawî de astengkirina asayîşa PDK’ê şermezar kir û banga nerazîbûnê li tevahiya civaka Êzîdxanê û Başûrê Kurdistanê kir.

Asayîşa Pişterê a li ser parêzgeha Silêmaniyê jî 27’ê Îlonê ekîba Ronahî tv ya ku dixwstin navçeyê bernameyek çandî çêbikin asteng kiribû.

Bi van astengiyan re, asta azadiya fikir û mafê çapemeniya azad li başûrê kurdistanê diyar dibe..

Leave a Reply

Back to top button