Xwendekarên du gundên navçeya Tirbespiyê di çûyîna dibistanê de zehmetiyan dikişînin, ji ber ku ji dibistana gundê derdorê re hatine veguhastin. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike, wê erebeyên veguhastinê ji xwendekaran re peyda bike.
Li dibistanên gundê Tirbespiyê hejmara kadroya perwerdeyê û xwendekaran kêm e.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tirbespiyê dibistanên her du gundên Otcile û Alareş li bakurê navçeyê girtin.
Komîteyê xwendekarên dibistanê veguhastin dibistana gundê Til Xatûn ê ku bi 2 km ji Otcile û 3.5 km ji Alareş dûr e.
Ji ber wê xwendekar neçar dimînin ku peyayî heya dibistana nû bimeşin.
Ev tişt bû cihê nerazîbûna malbatên wan bi taybet bi nêzîkbûna zivistanê re.
Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê Ferhad Hisên sedem vegerand hejmara kêm a xwendekaran di her du dibistanan de, tevî kêmbûna hejmara kadroya perwerdeyê.
Li ser bangawaziya xwendekar û malbatên wan Komîteya Perwerde û Fêrkirinê wê erebeyên veguhastinê ji wan re peyda bike, ji bo ku rojane wan ji gund bibin dibistanê û piştre vegerînin malên wan.