Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî baregeh û tevgera çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şera û Şêrawa rêzeçalakiyên bibandor pêk anî.
Divan rêzeçalakiyan de 7 çete hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî rêzeçalakiyên ku li Şera û Şêrawa yê pêkanîne daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî vê,
27`ê Îlonê hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sekvaniyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Ebnakê yê girêdayî navçeya Şera kir hedef û çeteyek hat kuştin.
28`ê Îlonê Hêzên Rizgariyê li herêma di navbera gundê Berad, Kefer Nebo û Birc Heyder de li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker rêzeçalakiyên hemwext pêk anîn.
Di çalakiyan de 5 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Û baregeha gundê Berad hate ruxandin û 2 erebeyên leşkerî ên çeteyan jî derb xwarin.
Herwiha hêzên rizgariyê li gundê Mezin li dijî kombûna çeteyan çalakiyek sekvanî pêk anî:
Di vê çalakiyê de jî çeteyek hate kuştin.