Partiya tevgera azadî civîna duh ya 9 partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê rexne kir

Doh li bajarê Hewlerê ji bo hilbijartina Meclisan a sê bajarên di nava herêmên nakok yên Iraqê de ye partî û rêxistin li hev civiyan.
Di civînê de jî peyama hevgirtina kurdistanî hatibû dayîn.
Ji ber vê yekê jî Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê helwesta xwe ya li ser lîsteya Hevpeymana Kurdistanî eşkere kir û bi tundî civîna duh ya 9 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê rexne kir.
Tevgera Azadî eşkere kir ku ew ji bo civînê nehatine vexwendin û got:
Eger di pêşerojê de vê helwestê sererast nekin wê helwesta me hebe.

 

Li Hewlêrê duh 9 partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartina meclîsên parêzgehên li herêmên bi nakok yên Kerkuk, diyala û Nînowa ku biryare 1’ê Nîsana sala 2020’an pêk were civiyan.

Di civînê de biryar dan ku bi lîsteya Hevpeymana Kurdistanî hemû alî beşdarî hilbijartinê bibin.

Ji bo vê civînê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê nehatibû vexwendin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah daxuyanî da û got:

Weke tê zanîn aliyên siyasî yên Kurdistanî, demeke dirêje di nava guftûgoyê de ne, da ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartina 1’ê Nîsana sala bê yên Meclîsên parêzgehên bibin.

Ji destpêkê ve me girîng dît û piştgirî dan van guftogoyan.

Ji bo vê armancê jî di 9’ê Îlonê de li hevkirinek di navbera 11 aliyên siyasî de hate îmzekirin.

Me jî îmze kir.

Lê, mixabin, duh li Hewlêrê çend aliyên siyasî civiyan û em ji civînê agahdar nekirine.

Lewma em helwesta wan rexne dikin.

Divê aliyên siyasî berjewendiyên hizbî bidin aliyekî ji gor berjewendiyên nîştîmanî tevbigerin

Pêwîst bû aliyên beşdarî civînê bûne, qebûl nekiriyan civîn bêyî wan pêk were.

Eger ew 9 partiyên siyasî di pêşerojê de vê helwesta xwe sererast nekin û hebûna siyasî û cemawerî ya Tevgera Azadî li ber çavan negirin, wê helwesta me hebe.

Tê zanîn li herêmên mijara gotinê 11 partiyên siyasî hene.

Di civîna duh de Tevgera Azadî û Nifşê nû nehat vexwandin.

Têkildarê nebeşdarkirina van her du partiyan heta niha tu partiyek daxuyaniyek nedaye.

Leave a Reply

Back to top button