Barack Obama: Cîhan tevde deyndarê şervanên Kurd e

“Cîhan tevde deyndarê şervanên Kurd e” bi vê gotinê serokê berê yê Emerîkayê Barack Omaba nirxê gelê Kurd anî zimên.

Duh, Obama diyar kir ku cîhan tevde deyndarê şervanên Kurd e.. û got:

Ew hevkarên bêhempa ne.

Ev gotin berî dayîna semînerekê li zanîngeha Aalborg a Denemarkî pêk hat, ango di dema pêşwazîkirina wî ji aliyê profeserên zanîngehê de ku yek ji wan profesoran Kurd bû.

Emerîka di Îlona 2014’an de, bi serkêşiya Barack Obama dest bi piştevaniya YPG û YPJ li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.

Wê demê rejîma Sûrî li ser hebûna Emerîkî erê nekir, lê birêveberiya Obama teqez kir ku li gorî bendê 51’an ê peymana NY ji mafê her kes an komekê ye ku li hember komên çekdar berevaniya xwe bike.

 

Leave a Reply

Back to top button