Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan ên Başurê Kurdistanê de, li navçeya Koyê ya Hewlêrê serdana jinên di nava Hizba Demokrata Kurdistanê û Hizba Demokrata Kurdistanê Îranê kir.
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyê despêkê li gel jinên partiya Demokrata Kurdistanê civiyan û piştre çû serdana jinên partiya Demokrata Kurdistan a Îranê.
Di hevdîtinê de rewşa jinan û rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê hat gengeşekirin.
Herwiha behsa lidarxistina 3. konferansa jinan a neteweyî hate kirin.
Jinên herdu partiyan amadebûna xwe ya ji bo piştgiriya konferansê destnîşan kir.
Tê payîn ku şande îro serdana jinên Yekgirtûya Îslamî jî bike.