Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 42’yan de dewam kir

Li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’ê 42 roj in gel li qadan e.
Li Wan û Amedê Nobeta Demokrasiyê îro jî hat lidarxistin.

 

Nobeta Demokrasiyê ya bi pêşengiya (HDP) li Wanê berdewam dike .

Girse li pêş Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê kom bûn û çalakiya nobetê li dar xistin.

Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Geverê,Parlementerên HDP’ê yên bajar û nveçeyan tevlî nobetê bûn.

Dayikên Aştiyê diyar kirin, wê teqez bi ser bikevin.

Di çalakiyê de hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede daxuyanî da.

Dede anî ziman ku ew ê li dijî bêhiquqiyê heta dawiyê li berxwe bidin û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li gel wan tebikoşin .

NOBETA DEMOKRASIYÊ LI AMEDÊ DI ROJA 42’YAN DE DEWAM KIR

Li Amedê jî li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê di roja 42’an de berdewam kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amede Selçûk Mizrakli, Parlamenterên HDP’ê, Endamên Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê û gelek nûnerên saziyên sivîl tevli çalakiyê bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku erkdarkirina qeyûman tê wateya dîktatoriyê û got:

“Erkdarkirina qeyûm di qada siyasetê de tê wateya girtina bajarekî “

Leave a Reply

Back to top button