EFRÎN..Çeteyên dewleta Tirk sivîlek ji navçeya Mabatayê revand

Revandina sivîlan li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi destekdayîna bêdengiya cîhanê berdewam e û sivîlekî din ji navçeya Mabatayê hat revandin.

 

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Lîwa El-Şîmal sivîlê bi navê Îbrahîm Mihemed Mustefa yê ji gundê Golka yê navçeya Malbatayê revandin û birin cihekî ne diyar.

Çavkaniyan gotin, çeteyan beriya çend saetan ji revandinê bi rêya telefone fidye ji Mustefa xwestin, piştre girtin ser mala wî û ew revandin.

Heta niha jî çarenûsa Îbrahîm Mihemed Mustefa ne diyar e.

ÇETEYAN 2 KURDÊN ÊZDÎ YÊN TEMENMEZIN REVANDIN

Duh jî çeteyên bi navê polîsên sivîl ên dewleta tirk a dagirker, serê sibehê 2 sivîl ji mala wan a li Efrînê revandin..

Sivîlên ku hatine revandin jî Seîd Xerîb Hiso yê 58 salî û hevjîna wî Xaliya Hisên ya 51 salî ku Êzdî ne û ji gundê Çiqilê Comê yê Cindirêsê ne..

Beriya hefteyekê Seîd hatibû revandin û piştî dayina 2 Milyon L.S hatibû berdan..

Leave a Reply

Back to top button