Li Libnanê bi silogana ”şoreş e..şoreş e” welatî daketin qadan

Li dijî kirîza aborî ya Lubnanî, welatiyên Lubnanê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.

Bi dehan welatiyên Lubnanê ji bo ku helwesta xwe li dijî kirîza aborî ya li Lubnanê, nemaze aloziya dolar, li qadên Şuhda û Riyad El-Sulh li Beyrûtê kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.

Di xwepêşandan de lafîteyên ku li ser wan ”Şoreş Şoreş” û ”Gel xistina rejîmê dixwaze” hatibûn nivîsîn , hatin berzkirin.

Xwepêşanderan hewl dan ku herin pêşiya Parlemantoyê, lê polîsa Lubnanî rê neda wan.

Beriya çend rojan li ser malperên civakî û bi isiyatîfa ”Partiya Sebaa” û hin çalakvanan banga xwepêşandan hatibû kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button