Tevî mekanîzmeya ewlekariyê, gefên Tirkiyê li dar in

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku gefên dewleta tirk li dijî herêmê tevî pêkanîna mekanîzmeya ewlehiyê jî hîn didome. Mihemed Şahîn got; Hin alî di mijara gefan de bi dewleta Tirk re hevkar in. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan jî Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye. 

Tevî lihevkirina li ser makenîzmeya ewlekariya sînor hîna jî gefên dewleta Tirk li dijî herêmê didomin.

Dewleta Tirk hewl dide bi awayek leşkerî herêm dagir bike.

QSD’ê hemû nuqteyên xwe yên li ser sînorê Serêkaniyê û Girê Spî radestî meclisên leşkerî yên herêmî kir.

Dewriyeyên hevbeş ên Emerîka û Tirkiyê jî ji bo şopandina vê yekê tên meşandin.

MIHEMED ŞAHÎN: ARMANCA TIRKIYÊ DAGIRKIRIN Û KÛRKIRINA ALOZIYA SÛRÎ YE

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku gefên dewleta tirk li dijî herêmê ne nû ne û armanca wê jî dagirkirina herêmê û zêdekirina kûrahiya aloziya Sûriyê ye.

Şahîn got: Dewleta tirk îdea dike ku herêmên di bin dagirkeriya wan de ewle ne.

Lê her kes binpêkirinên çeteyên Tirkiyê ji kuştin, êşkence, koçberkirin û guhartina demografiya wan herêman, dibîne.”

Şahîn da zanîn ku Tirkiyê hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên ku tê de demokrasî, ewlehî û aştî heye, vegerîne mîna herêmên di bin dagirkirina wan de.

Her wiha dewleta tirk hewl dide fitineyê di navbera gelên herêmê de derxîne.

MIHEMED ŞAHÎN: REJÎMA SÛRÎ JI DAGIRKIRINA TIRKIYÊ YA LI HERÊMÊ RAZÎ YE

Mihemed Şahîn, diyar kir ku rêjîma Sûrî ji dagirkirina Tirkiyê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, razî ye

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji bo çareseriya pirsgirêkan amadebûna rêveberiya xweser ji bo diyalogên bi rêjîma sûrî re diyar kir.

Leave a Reply

Back to top button