Rûspiyên Girê Spî: destûra bê me nûnertiya me nake

Rûspiyên êlên Ereb û Tirkmen ên Girê Spî diyar kirin ku komîteya destûrî ya ku nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî tê de nebe wê nûnertiya me neke û encam negre.

Dûrxistina nûnerên Rêveberiya xweser ji destûra nû ji aliyên şêniyên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî rastî bertek û nerazîbûnan tê.

Rûspiyê êla Tirkmen Bîlal Hesûn Xelef diyar kir ku aliyên derve yên ku beşdarî formekirina destûrê bûne, ew in ku Sûriye wêran kirin e û sivîl kuştin e û got:

Divê gelê Sûriyê bi xwe destûra xwe binivsîne, pêdiviya me bi destwerdanên derve tune ye, em bi xwe dikarin birêve bibin.

Bîlal Hesûn Xelef balkişand li ser tunekirina DAIŞ’ê û anî ziman ku zarokên herêmê ji bo rizgarkirina ji DAIŞ’ê kedek mezin dane.

Em bang li NY’yê dikin ku divê şêniyên vê herêmê di biryarstandinê de xwedî maf bin.

Her wiha Rûspiyê êla El-Bû Esaf a Ereb Elî Himêdî diyar kir ku ew destûra ku dengê wan tê de tune be, qebûl nakin. Ev komîte ji niha ve felc bûye. Em parçekirinê qebûl nakin, ji ber ku em yek in.

Leave a Reply

Back to top button