Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêber Apo dan û got: “Abdullah Ocalan bi fikir û pîvanên xwe li dijî hemû êrîşan têkoşîn dike.”
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren nerazîbûn nîşanî astengkirina hevdîtinan da û got:
“Tecrîda li ser Abdullah Ocalan zêdeyî 24 sal in dewam dike.
Salên derbasbû bi îdîa xerabûna keştiyê û hincetên ji rêzê mafê hiqûqî yê Abdullah Ocalan dihate astengkirin.
Lê belê ji sala 2019’an û vir ve bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.
Mixabin ji bo hevdîtînê Wezareta Edaletê bersiv nedane vê daxawza mafdar û qanûnî.”
Serhat Eren anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê bi ‘Plana têkbirinê’ re di şexsê Rêber Apo de Li dijî gelê kurd şereke dijwar hata îro didome û wiha dewam kir:
“Piştî hevdîtinên pêvajoya çareseriyê dewleta tirk li dijî kurdan planek têkbirinê dan destpêkirin.
Hedefên bingehîn ên ‘Plana têkbirinê’ şênberbûna teoriya rêya sêyemîn a Abdullah Ocalan bû.
Abdullah Ocalan bi vî fikrê xwe ji sala 2015’an û vir ve bi israr modelek destnîşan kiriye.
Di çareseriya pirsgirêkên bingehîn de israr dike, tekoşîn dike.
Ji ber ku têkoşîn dike faşîzma AKP-MHP’ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan heta jê tê giran dike. ”
Serhet Eren: Dema mijar diber Kurd qanûn pêk nayên
Eren daxuyakirin ku bêdeng nemayîna li hember tecrîdê tê wateya bêdeng nemayîna li hember şer û ev bang kir:
“Konseya Ewropayê, CPT ji aliyekî ve pesnê xwe bi nirx û hiqûqa gerdûnî didin, lê li aliyê din ve li pêşberî vê bêhiqûqiya dewleta Tirk bêdeng dimînin.
Eger vê erka xwe bi cih bînin ji bo aştî, azadî, demokrasî, hiqûq û edalet wê bê Tirkiyeyê.
Bi dawî bûna tecrîdê wê bi xwe re pêşiya gelek tiştan veke.”
Rûken Ehmed: Tecrîda li dijî Rêber Apo li dijî mirovahiyê ye



