Dêra Zorê.. Nûnerên xwepêşandanan navbeynkariya Rûsyayê red kir

Piştî xwepêşandanên li dijî rejîma Sûrî û hzêzên Îranê, nûnerên xwepêşandêran Dêra Zorê hewldana Rûsya ya navbeynkariyê red kir.

Çavkaniyên taybet ji Dêra Zorê ragihandin ku Rûsya daxwaza hevdîtinekê ji nûnerên xwepêşandêrên Dêra Zorê ku ev demeke li dijî rejîma Sûrî dadikevin qadan, kir.

Lê nûnerên xwepêşandêran ji serokeşîr û rûspî vexwendina Rûsyayê red kir.

Çavkaniyan diyar kir ku vexwendin bi riya buroya Hevahingiyê ya Rûsyayê li herêmê ji nûnerên xwepêşandinan re hat şandin.

Lê Nûneran vexwendin red kir.

Di heftiyên borî de bi sedan şêniyên gundewarên Dêra Zorê, nemaze yên bajarokê Salihiyê daketin qadan û daxwaza deketina rejîma Sûrî û hêzên Îranê ji herêmên wan kir.

Her wiha banga piştgiriya QSD’ê kir.

Di heftiya yekemîn ji xwepêşandanan de, 3 sivîl bi guleyên rejîma Sûrî hatin kuştin û bêhtirî 10 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button