Parlamenterên Rihayê: Ocalan kilîta aştiyê ye

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û got: “Her ku tecrîd kûr dibe, tevlihevî kûrtir dibe. Divê bi lezgînî dest ji polîtîkayên şer û bêhiqûqî were berdan.”

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku sedama pêkanînên dij demokratîk û tevliheviya heyî tecrîta li ser Rêbder Ocalan e û got:

Hikumeta AKP’ê bi erkdarkirina qeyûman bersiv da banga aştiyê ya Ocalan.

Heya ku tecrîda li Îmraliyê dewam bike, wê tevlihevî û xetimandina li Tirkiyeyê dewam bike.

Li Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd Ocalan kilîta aştiyê ye.

Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, tu pirsgirêk çareser nabin.

Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî, diyar kir ku hikumeta AKP’ê, piştî bi dawîanîna pêvajoya aştiyê, Ocalan tecrîd kir û wiha bi dawî bû:

Bi girankirina tecrîdê re, pêşiya siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê tê girtin.

AKP’a êdî dizane nikare pêvajoya çareseriyê bi ser bixe êdî dest bi pêvajoya şer kiriye.

Leave a Reply

Back to top button