Rastiya hikumeta AKP-MHP’ê li hemberî zimanê kurdî

Polîtîkayên qirkirin û helandinê li ser zimanê Kurdî bi şêwazên cûda cûda li Bakûrê Kurdistanê didomin . Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên qirêj li dijî zimanê kurdî xebat dide meşandin. Îro dewleta tirk bi awayekî eşkere rê nade ku hûnermendên bi nav û deng bi kurdî staranên xwe bêjin.

Hikûmeta AKP-MHP’ê ya ku her tim dibêjin me qedexeya li se zimanê kurdî rakiriye û heta me TRT Kurdî vekir û kî bi kîjan zimanê dixwaze biaxive an jî stran bêje li pêşiya wan tu astengî nîne.

Lê axavtina hikumetê ne weke karê xwe ye û bi kirinên xwe gotinên xwe vala derdixînin.

Welatparêzên Kurd li Amed, Colemêrgê û Şirnexê 3 dibistanên ku ji bo kudî perwerde bidin vekirin.

Lê dewleta Tirk bi hinceta ku perwerdehiya zimanê Kurdî welat parçe dike ev dibistan girtin.

Her wiha saziyên çandî yên wek mala dengbêjan, Cigerxwîn û avahiya Ahmedê Xanê bi destê qayûman hatin girtin an jî xistin xizmeta xwe.

29’ê Îlonê hinermendekî Kûrd yê binavê Dodan Ozer, yê ku di pêşbirka stranan de li asta tirkiyê bû yekemîn. Dema ku li Batmanê bi Kurdî stran digot, polîsan yekser mîkrofona wî ji destê wî girt û jê re gotin li vir stran gotin bi kurdî qedexe ye.

Hîn bertekên li dijî vê bûyera sosret di rojevê de derneketibû vê carê jî heman mijar li Wanê pêk hat.

Her sal di pêşengtiya şaredariyên HDP’ê de li wanê konserên kurdî tên organîzekirin.

Lê Walitiya bajarê Wanê bi hinceta ku heta 15 rojan her cûre çalakî qedexe ye nehişt konsera zimanê kurdî pêk were.

Têkildarî mijarê stranbêj Kadîr Çat bertek nîşan da û got: Em pira di navbera zimanên gelan de ne.

Walîtiya bajarê Wanê destûr dide bi zimanê Tirkî konser were lidarxistin lê destûr nade bi zimanê Kurdî were lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button