Xerebawî: Eerdogan girêdayî mezintirîn rêxistinên terorîst li cîhanê ye

Hizirvanekî Misirî, şerê Erdogan ê li dijî Misirê bi rêxistina Ixwan el-Muslimîn bixwe ve girê dide. 

Hizirvanê Îslamî yê Misirî Serwet El-Xerebawî êrîşa serokê dewleta Tirk Erdogan li dijî Misirê şermezar kir û got:

Erdogan girêdayî mezintirîn rêxistinên terorîst li cîhanê ye.

Der barê siyaseta Erdogan a li dijî Misirê, serokê muxalefeta Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu nameyeke tûj ji Erdogan re şandibû.

Tê de Kiliçdaroglu got, divê rejîma Tirkiyê hew destwerdanê li şerê Misirî bike.

Çarşemê jî, hikumeta Qahîrayê gotareke fermî ji NY re rê kir û tê de bal kişand ser derewên serokê Tirkiyê der barê Misirê de.

Hizirvanê Îslamî yê Misirî diyar kir ku kesê herî binpêkirinan li dijî mirovan dike, Erdogan e, ji ber ku hejmara girtiyan a herî mezin li welatê wî ye.

Leave a Reply

Back to top button