Ji ber sîxurtiyê, hikumeta Asturî hejmareke mizgeftên Tirkî girtin

Bi tawana ew sîxurtiyê ji Erdogan re dikin, Asturiya hejmareke mizgeftên Tirkî li welêt girtin.

Malepera “Tirkiye Elen” duh ragihand ku parlanmana Asturiyayê biryara girtina van mizgeftan bi piraniya dengan stand.

Der barê vê mijarê de, parlamentera berê yê Asturiyayê Bêrîvan Aslan bi tiwîttekê anî ziman ku ev biryar li ser esasê ku ev mizgeft ne ji bo olê, lê belê ji bo serokê AKP’ê Erdogan û partiya wî kar dikin.

Almanya jî vê dawiyê nêzî 900 mizgeftên Yekîtiya Îslamî ya Tirkî bi tawana ew sîxurtiyê ji dewleta Tirk re dikin, girtin.

Leave a Reply

Back to top button