Li Ermenistanê şehîdên fermana 3’yê Tebaxê bi çalakiyeke hatin bibîranîn.
Girse li Parka Oxakatev a Erîvanê li hev civiyan û çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Li ser wate û giringiya rojê gelek parlamenter axivîn.
Di axaftinên çalakiyê de şehîdên fermanê hatin bibîranîn û hat gotin:
“Di fermana ku bi serê Êzidiyan hat de sûcê gelek dewletan heye.
Êzidî bêyî parastin hatin hiştin, ger gerîlayên PKK’ê neçûna hawara Êzidiyan dibe ku ji fermanê nefilitiyan.
Ger îro Êzidî mabin û bûne hêz, bi saya gerîla û Tevgera Azadiyê ye.
Gelek dewletan ferman wek jenosîd qebûl kiriye lê xeteriya li ser Şengalê berdewam e. ”
Di axaftinan de hate gotin ku ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebin, divê Êzidî bibin yek.
Çalakî, bi dirûşmeya “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.



