Li dijî kirîza aborî ya Lubnanî, welatiyên Lubnanê duh daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.
Bi dehan welatiyên Lubnanê ji bo ku helwesta xwe li dijî kirîza aborî ya li Lubnanê, nemaze aloziya dolar, li qadên Şuhda û Riyad El-Sulh li Beyrûtê kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.
Di xwepêşandan de pankartên ku li ser wan ”Şoreş e Şoreş e” û ”Gel xistina rejîmê dixwaze” hatibûn nivîsîn , hatin hildan.
Xwepêşanderan hewl dan ku herin pêşiya Parlemantoyê, lê polîsa Lubnanî rê neda wan.
Beriya çend rojan li ser malperên civakî û bi isiyatîfa ”Partiya Seb’aa” û hin çalakvanan, banga xwepêşandan hatibû kirin.