Jineke Daişî hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Li Kampa Holê roj bi roj xeteriya jinên DAIŞÎ xwe dide der û îro jineke din a DAIŞÎ bi destê jinên DAIŞÎ ku bi navê Muhacir tên naskirin hte kuştin û hewldana kuştina ciwanekî Îraqî jî pêk hat.

Nûçegihanê me ji Kampa Holê ragihand ku li nava Kampê jinên DAIŞî ku bi navê Muhacir tên naskirin jineke Endonisî kuşt.

Li gorî agahiyan van jinan hukmê kuştinê li jina Endonisî birî bûn, ji ber ku li gorî wan tevnedigeriya.

Li rex kuştina vê jinê, heman jinan 4 jinên din jî birîndar kirin.

JINÊN DAIŞ’Î PENABEREKÎ IRAQÎ BIRÎNDAR KIR

Li aliyekî din du jinên din ên DAIŞÎ careke din hewl dan ku bi kêrê penaberekî Iraqî li Kampa Holê bikujin.

Nûçegihanê me diyar kir ku hewldana kuştina penaberê Iraqî (h.d) ji aliyê du jinên DAIŞÎ ve pêk hat.

li gorî agahiyan, ciwanê Iraqî yê 26 salî di encam de bi giranî birîndar bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn herdu jinên DAIŞî girtin û lêpirsîn dan destpêkirin.

di 12 Îlonê de jî ciwanekî Iraqî li ser destê jinên DAIŞ’î li Kampa Holê hatibû kuştin û yekî din birîndar bû.

Duh jî Li kampa Holê jinên DAIŞ’î yên Rûsî 2 jinên DAIŞ’î ku xwişkên hev in, êşkence kirin. Her wiha cenazeyê jinekê din jî li Kampê hate dîtin.

Leave a Reply

Back to top button