”Ji bo guhertina demografîka Efrînê Tirkiyê nasnameyên sexte çêdike”

Rêxistina ”Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê” der barê binpêkirin û guhertina demogarfîk ku li Efrînê bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tê dosyayek pêşkêşî hikûmet û aliyên navdewletî kir.
Rêxistin di dosyaya xwe de, bi belge, rêbazên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên bi armanca guhertina demografîka Efrînê diyar dike.
Ji van rêbazan jî, derxistina nasnameyên sexte, desteserkirina malên welatiyên Efrînî û bichkirina koçberên ku ji deverên din yên Sûrî anîne.

 

Di çarçoveya lidarxistina xebatên dewreya 74’amîn ên Komeleya Giştî ya NY li New Yorkê, Rêxistina ”Sûriyên ji bo Rastî û Adaletê” der barê binpêkirin û guhertina demogarfîk li Efrînê dosyayek pêşkêşî hikûmet û aliyên navdewletî kir.

Rêxistinê bi nav, dîmen, belge û dîrokê guhertina demografîk ku bi awayekî plankirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê pêk tên belge dike.

”JI BO GUHERTINA DEMOGRAFÎKA EFRÎNÊ TIRKIYÊ NASNAMEYÊN SEXTE ÇÊDIKE”

Rêxistinê di dosyaya xwe de tekez dike ku Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê nasnameyên sexte ji koçberên ku ji deverên weke Idlib, Hema û Gundewarê Şamê hatine û li Efînê hatine bichkirin derdixe..

Armanca vê yekê jî da ku qeyda van koçberan biguherînin û wan weke şêniyên Efrînê yên resen bidin nîşandan.

Têkildarî vê mijarê Rêxistin destnîşan dike ku gelek hevdîtin bi koçberên ku li Efrînê hatine bichkirin re hatine kirin û koçber li ser mijara nasnameyên sexte mikur hatine.

”ITÎLAFA SÛRÎ DESTEKÊ DIDE ÇEKDARÊN XWE KU BINPÊKIRINAN LI EFRÎNÊ PÊK BÎNIN”

Ji bilî rêbazê nasnameyên sexte, Rêxistin desteserkirina mal û milkên şêniyên Efrînê re jî belge dike..

çekdarên Itîlafa Sûrî bi destekdayîna Tirkiyê rê ji komên xwe yên çekdar re vekir ku binpêkirinan li dijî şêniyên Efrînê yên resen pêk bînin.

Ji xwe di 14 Hezîrana 2018an de Rêxistina HRW jî li ser vê yekê tekez kiribû, ku çeteyên opzisyonê li Efrînê binpêkirinên der-qanûnî dikin.

Rêxistina ”Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê” di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku li dijî van binpêkirina bi erka xwe rabe.

Komîteya ”Belgekirinê ya Navdewletî” der barê Sûriyê de jî beriya niha desteserkirna komên çete yên dagirkeriya Tirk li Efrînê belge kiribûn.

Her wiha ji aliyê xwe ve ”Rêxistina Efû” ya Navdewletî jî 2 Tebaxa 2018an bi raporekê destnîşan kiribû ku dewleta Tirk serê çeteyên xwe li Efrînê berdaye û destekê dide kirinên wan yên der-mirov û dewleta Tirk bi ya dagirker bi nav kirbû.

Leave a Reply

Back to top button