Di parlamentoya Iraqê de ji bo lêpirsîna 5 wezîrên Hikumeta Iraqê îmza hatine komkirin, di nav wan wezîran de wezîrê Darayî Fuat Hisên ê Kurd jî heye . Sedemê lêpirsînê jî, gendelî û xemsarî ye.
Ji bo wezîrên Wezareta Neftê, Darayî, Ceyranê, Çavkaniyên Avê û Wezareta Çandiniyê lêpirsîn tê xwestin û ji bo vê yekê jî îmze hatin komkirin.
Ev 5 wezîr bi gendelî û xemsariyê tên sûcdarkirin.
Herwiha ji ber ku hinek wezîr piştî derbasbûna nêzî salekê li ser girtina peywirê xwe, nikarîbûn guhertinekê bikin û gendeliyê xilas bikin.
Hinek wezîr jî bi valeberdana pere tên tewanbar kirin.
Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuat Hisên ê Kurd girêdayî Partiya Demokrata Kurdisatnê (PDK) ye.
Di parlamentoya Iraqê de bi dehan parlamenter îmze komkirine û dixwazin li gel Fuat Hisên lêpirsîn were kirin. Di parlamentoyê de hinek ji parlamenterên Kurd jî ji bo lêpirsîna Hisên îmze dane.