Polîsên AKP’ê li Mmêrdîn, Amed û Dêrsimê gelek HDP’î binçav kirin

Ev demek e hikumeta faşîst a AKP’ê girtin û binçavkirina HDP’iyan zêde kiriye.
Di serdegirtinên malan de îro li Amed û Mêrdînê HDP’ê bûn hedefa polîsên AKP’ê.

Li Amedê rêveberê HDP’ê yê Amedê Şeyhmus Şenyîgît û kesekî din bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Şandeya dadgehê ew şandin Girtîgeha tîpa D a Amedê.

Li Mêrdînê jî li taxa Îstasyona navçeya Artûk-lûyê polîsan bi ser malekê de girt.

Hat ragihandin ku kesê bi navê Ferhat Şimdî ku tê gotin HPG’yî ye ; ji bo nekeve dest, xwe şehîd xistiye.

Her wiha 4 jê zarok 8 endamên malê jî hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku 8 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Rêveberê Bajar ê HDP’ê yê Amedê Âlî Îhsan Karahan jî, ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.

Li Dersimê piştî ku duh rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin , îro jî Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz jî hat binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button