Rêveberiya kampa Holê beşek din a koçberên ku ji 40 malbatî pêk tê û dixwestin ji kampê derkevin, vegerandin warên wan.
Rêveberiyê îro 40 malbat ku ji 141 kesan pêk dihat ji kampê derxistin.
Kesên hatin derxistin zarok, jin û kesên temen mezin ên ji herêma Sirîn û Dêra Zorê ne.
Li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê zêdeyî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ’ê dimînin.
Rêveberiya kampa Holê di çarçoveya “Bernameyê vegerê” de 3’yê Tîrmehê 217 malbatên ji Reqa û Tebqa û 11’ê heman mehê jî 201 koçberên ji Dêrazorê ji kampê derxistin.
Her wiha 23’yê Îlonê jî beşek din ji 36 koçberên Dêra Zor û Reqayê hatin derxistin.
Bi vê yekê hejmara koçberên ku heta niha ji kampê derketine derxistin gihiştine hezar û 313 koçberî.