Efrîn-Çeteyên dewleta Tirk destdirêjî li 3 jinan kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî destdirêjî li 3 jinan kirin.

Li gorî ANHA’yê ku xwe spartiye Çavkaniyan herêmê, çeteyên Sultan Murad li ser sînorên Sûriye-Tirkiyeyê yên aliyê navçeya Bilbilê destdirêjî li 3 jinan kirine.

Li gorî heman çavkaniyê ,Çete jinan bi kar tînin piştî ku wan îqna dikin ku derbasî Tirkiyeyê bikin.

Lê çavkaniyan nasnameya jinan eşkere nekir piştî ku çeteyan gef li wan xwar ji bo ku vê sûcê eşkere nekin.

Gelek bûyerên destdirêjiyê li dijî jinan ji aliyê çeteyan bi taybet li Efîrnê, hatine belgekirin.

Back to top button