Cemîl Bayik: armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî pêşketinên dawî yên li Sûrî axivî û got: Herêm niha di xeteriyek mezin re derbas dibe. Ev xeterî jî te nê bi berxwedaniyeke giştî dikare were têkbirin. Her wiha ji bo Sûriye yekparçe bimêne, divê rejîm ji demokratîkbûyînê netirse û daxwazên pêkhateyên li Sûrî bipejirîne.

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku aramnca Dewleta Tirk li bakur û Rojhilatê Sûrî ne ewlehiya sînor e lê belê qirkirina Kurdan, û bêmaghiştina wan e.

Dibe ku DYE, Rûsya û Îran heta astekê li Sûrî hebin, lê tenê Dewleta Tirk dagirker e, ti hêz mîna wê nîn e.

CEMÎL BAYIK: BI TÊKOŞÎNA HEVPAR DAGIRKERÎ DIKARE WERE TÊKBIRIN

Di bersivdayîn pirsên ajansa Hewlatî ya li Başûrê Kurdistanê tê weşandin de Cemîl Bayik destnîşan kir ku, DYE, Tirkiyê weke endamekî NATO û bandora wê ya xwe dibîne.

Lê xuya ye, niyeta Trkiyê ya çareseriyê tine ye.

Ji ber vê yekê Heverokê KCK’ê parstina herêmê da ser pişt gelên herêmê û got:

Divê Kurd, Ereb, Suryan û hêzên demokrasiyê yên li dinyayê xwe ji têkoşîneke li dijî dagirkeriya dewleta Tirk re amade bikin. Bi vî rengî dikarin êrîşên Dewleta Tirk têk bibin..

CEMÎL BAYIK: XWESERBÛNA KURDAN, SÛRIYÊ BIHÊZ DIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik çarserî û yekîtiye Sûriyê bi xweseriya civak û baweriyan ve girê dide û teqez dike ku, Xweserbûna Kurdan, Sûriyê dabeş nake.

Dema nasnameyên etnîkî xweser bibin, yekîtiya welat, qada siyasî, aborî û civakî xurt dibee.

Têkildarî danûstandinên Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûrî jî, Cemîl Bayik dibêje Kurdên Rojava û hemû hêz dikarin, bi Rêjîmê re di warê yekîtî û demokratîkirina Sûriyê, bidin û bisîtin.

Lê divê Rêjîm jî gava bavêjin û demokrasiya xwecihî were bicihanîn.

Leave a Reply

Back to top button