Îraq-Sûriye piştî 8 salan, dergeha navbera herdu welatan vedibe

Piştî şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ’ê hem li Îraq hem li Sûriyê, dergeha el-Qayim a parêzgeha Enbarê ya Îraqî ku ev 8 sal in girtî ye, hat vekirin.
Vekirina dergehê bi coşeke mezin ji aliyê hikumeta herdu welatan hat pîrozkirin.

Piştî 8 salan, dergeha navbera Sûriya û Îraqê vedibe.

Berpirsine Îraqî duh ragihand ku dergeha el-Qayim deriyên xwe li pêşberî rêwî û bazirganiyê vedike.

Li gorî pipsporan, ev dergeh ji Îranê re pir giring e, da karibe desthilata xwe ya ji Tehranê heya bi Beyrûtê ve diçe, xurt bike.

Ji aliyê xwe ve jî, wezareta hindir a Sûrî diyar kir ku vekirina dergehê, encama serkeftina gelê wan û Îraqê li dijî DAIŞ’ê ye.

Li gorî agahiyan, wê hêzên Heşda Şabî jî parastina dergehê bikin û di bin serperştiyeke Îranî de be.

Bajarê el-Qayim bajarekî sînorî stratejîk e û bi bajarokê Bûkemala Sûrî ve ye, berê ew jî mîna ya dawî navendeke DAIŞ’ê bû.

Deriyê sînor bi merasîmekê ji aliyê wezîrê hinndir ê Suriyê, parêzgerê parêzgeha Enbarê, fermandarê Hêzên Sînor ê Iraqê û fermandarê polîsên Enbarê hat vekirin.

Ev dergeh, piştî şer li Iraq û Suriyê gur bû, di 2012’an de ket bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê, lê piştî şerekî giran li hember van çeteyan, sînor dîsan ket bin kontrola herdu welatan.

Di dema nîqaşa vekirina vî derî dihate kirin, berî demekê, 2 caran balafiran ku tê texmînkirin ên Israîlî ne baregehên Îranê bombebaran kirin..

Ji xwe ragihandina Rêjîma Sûrî, Îran û Lubnanê vê yekê weke derbeyekê li dijî Emerîka bi nav dikin..

Bi taybetî vekirina dergehî, korîdora, Iraq, Sûriyê û Lubnan vedike..

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button