Waşington banga serbestberdana 128 hezar girtiyên di girtîgehên Sûriyê de dike.
Balyoza Emerîkî ya NY Kelly Craft daxwaza berdana van girtiyan kir û got divê çavdêrên navdewletî derbasî girtîgehan bibin.
Di cîvna mehane ya Konseya Ewlekariyê de, Kelly diyar kir ku kirinên rejîma Esed li dijî girtiyan nayê qebûlkirin û divê wan serbest berde.
Weke tê zanîn, rejîma Sûrî ji destpêka şerê li Sûriyê gelek caran efû daye girtiyan, lê çalakvan dibêjin ku ev yek girtiyên siyasî nagire dest.