Parlamenterê chp’ê Tekîn: qeyûm pirsgirêkek ku 82 kesan eleqedar dike

Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn diyar kir ku qeyyûm 82 milyon kesan eleqedar dike û pêdiviya welat bi Destûra Bingehîn a nû heye.

 

 

Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn ji Ajansa ANF’ê re axivî û diyar kir ku qeyyûm 82 milyon kesan eleqedar dike.

Tekîn got :

“Meseleya erkdarkirina qeyûm ne bi tenê meseleya herêmê ye.

Ev mesele 82 milyon kesan eleqedar dike.

Divê dev ji vê ferasetê were berdan.

Ev feraseta darbekaran e. Di serdema nû de, ez hêvî dikim ku pêvajoyeke hiqûqî were destpêkirin.”

Tekîn diyar kir ku krîza ekonomîk ne dûrî krîza siyasî ye û got:

“Tirkiye di warê ekonomîk de, rojên dijwar dijî.

Pêdiviya Tirkiyê bi Destûra Bingehîn heye.

Di Destûra Bingehîn a nû de, divê misogeriya mafê hemû kesan hebe.

Leave a Reply

Back to top button