Pedersen: komîteya destûrî aloziya Sûrî çareser nake

Nûnerê taybet yê NY li Sûriyê Geir Pedersen ragihand ku Komîteya Destûrî aloziya Sûrî çareser nake.
Pedresen di civîna Konseya Ewlekariyê de tekez kir ku tevî hewldanên çareseriya siyasî jî, lê hîna şer li Sûriyê ranewestiyaye û Komîteya Destûrî tenê rêvekirinek ji çareseriyê re ye.

Têkldarî aloziya Sûrî û geşedanên dawî, nemaze tevgera siyasî, duh Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî civînek li dar xist.

Naveroka civîne jî, Komîteya Destûrî û karvedanên wê bû.

Nûneryê taybet ê NY ji bo Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku Komîteya Destûrî tenê rêvekirinek ji çareseriya ye û bi komîteya Destûrî aloziya Sûrî çareser nabe.

Tevî ku ev komîte nûnertiya tevahiya gelê Sûrî nake jî, nemaze gelê bakur û Rojhilatê Sûrî, Pedersen tekez kir ku Komîte wê bi destên gelê Sûrî were dayîn û dê dûrî destwerdanên derve be.

PEDERSEN: TEVÎ HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ ŞER LI SÛRIYÊ BERDEWAM E

Pedersen destnîşan kir ku tevî hewldanên çareseriyê, lê li ser erdê tiştek neguheriye û şer li Sûriyê berdewam e.

Li gorî Pedersen yekemîn civînên komîteyê roja 30’ê Cotmehê li Cinêvê tê lidarxistin.

23’ê Îlonê NY avakirina komîteya Destûrî ragihand.

Komîte biryara 2254 a NY ku dibêje divê Komîteya Tevahiya gelê Sûrî bigre nava xwe binpê dike.

Li hember vê yekê, Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî ku 30 ji sedî ji xaka Sûriyê bi rê ve dibe tekez kir ku Komîteya ku tê de nebeşdar bin, wan alaqedar nake.

 

Leave a Reply

Back to top button