Çeteyan êrîşê benda kontrolê ya heşda şabî li navçeya Xaneqînê kir

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê ya bajarê Kerkûkê êrîşî benda Heşdî Şabî kir.

Li herêmên bi nakok ên Iraq û Başûrê Kurdistanê, tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde dibe.

Ajansa Roj Newsê ragihand ku, doh di saet 8’ê êvarî de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bendekî kontrolê yê Heşda Şeibî kir.

Li gorî heman dezgehê, şer navbera herdû aliyan de rû daye û bi qasî 10 deqeyan dirêj kiriye.

Her wiha di nav şer de, Hawan jî hatine bikaranîn.

Lê belê ajansê diyar kir ku, wan encamên şer bidest nexistiye.

Piştî ragihandina hêzên wê deverê, ji serketina li dijî DAIŞ’ê, ev demeke tevgera şaneyên veşartî zêde bûye.

Peymanegheke lêkolînê ya Emerîkî gotibû, bi qasî 18 Hezar şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene.

Leave a Reply

Back to top button