Meclisa jinan a Sûriyê ji jinên Minbicê re heya niha 42 civîn li dar xistine

Meclisa Jinan a Sûriyê bi silogana ”Me yekîtiya xwe ava kir, em biser ketin, em ê li berxwe bidin, da ku xwe biparêzin û ji dagirkeriya Tirkiyê re na’ 42 civîn li bajarê Minbicê û gundewarên wê lidar xistin.

11’ê Îlonê Meclisa Jinan a Sûriyê bi slogana ‘Me yekîtiya xwe ava kir, em biser ketin, em ê li berxwe bidin, da ku xwe biparêzin û ji dagirkeriya Tirkiyê re na’ rêzecivîn li bajarê Minbic û gundewarên wê li dar xist.

Civîn li ser mijarên weke zewaca bi temenê biçûk, pirjinî, zanakirina jin û rêxistinkirina wê hate lidarxistin.

Di hemû civînan de nêzî 3 hezar û 844 jin beşdar bûn.

Derbarê lidarxistina civînan de, berdevka Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên wê, Îbtîsam Abdulqadir axivî û got:

Em dixwazin bi van civînan ve jinan birêxistin bikin, zana bikin da ku bi xwe bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Îbtîsam Abdulqadir diyar kir ku wan heta niha ji du xetên rojhilat û rojava yên di hundirê bajêr de, gundê Eseliyê û xeta El-Muhterq re civîn li darxistine, bi giştî me 42 civîn li dar xistine.

Îbtîsamê ragihand ki piştî bidawîkirina civînan li van tax û gundan, dê li gundê El-Heya yê rojhilatê bajêr, civîn pêk werin.

Berdevka Meclisa Jinan a bajarê Minbic û Gundewarê wê Îbtîsam Îbrahîm di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku wê heta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Tundiya li dijî Jinan civînên xwe bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button