Cemîl Bayik: berpirsyariya hemû kurdan e ku Şengalê xweser bikin

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî her carê balê dikişîne, ser girîngiya Rêveberiya Xweser a Şengalê. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo xweseriya Şengalê got: Berpirsyariya hemû Kurdan e ku Şengalê xweser bikin. Ji ber ku êdî ne pêkan e ku rêvberiya Şengalê vegere beriya fermana 3 Tebaxê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe de ya li gel rojnameya Hewlatî mijar nirxand.

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku ew xwe li pêşberî Êzidiyan berpirsyar dibînin, ku gefa qirkirinê li wan tê xwarin û got, ew alîgirê xweseriya Şengalê ne.

Bayik bi bîr xist, ku dema êrîş li Şengalê hate kirin destpêkê gerîla çûn û rê nedan qirkirinê û got, “Ji ber vê yekê em xwe berpirsyar dibînin.”

Bayik diyar kir, “Bi dîtina me, divê statuya Şengalê êdî mîna dema beriya êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an nebe. Em dixwazin ew dever hem ji hukûmeta navendî hem jî ji PDK’ê xweser be. Em rast nabînin, ku ne hukûmeta navendî ne jî hukûmeta Herêma Kurdistanê li wê herêmê, xwedî serweriyeke navendî bin. Em alîgirê xweseriya wê herêmê ne.”

Der barê mebesta ji xweseriyê jî Bayik got, “Mebesta me ji vê ew e ku hem ji Iraqê hem jî ji Başûrê Kurdistanê xweser be. Bêguman hem bi Iraqê re hem jî bi federasyona Herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe dikare hebin, lê belê mafê gotinê û biryardanê divê yê Kurdên Êzidî yên li wê herêmê be.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, di vê mijarê de bi taybetî bal kişand ser nêzîkatiya PDK’ê û anî ziman ku PDK dixwaze statuya siyasî ya Şengalê mîna sala 2014’an bi xwe ve girê bide û got,

“Dixwaze vegere dema beriya sala 2014’an. Gelo ev yek pêkan e? Li wê derê qirkirinekê rû da. Divê her kes vê qebûl bike. Berpirsyariya hemû Kurdan e ku Şengalê xweser bikin, ne tenê berpirsyariya me ye. Berpirsyariya PDK’ê ye jî, ya YNK’ê ye jî, ya her kesî ye. Nêzîkatiyên me di vê çarçoveyê de ne. Em karê xweser ê li wê herêmê teşwîq dikin û piştevaniya wan dikin.”

Leave a Reply

Back to top button