11 Polîsên Avganî hatin kuştin û 13 jî dîl hatin girtin

Di encama êrîşeke Talîbanê ya li ser polîsên li bakurê Avganîstanê de 11 polîs hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

MIX

Berdevkê wîlayetê Belex Munîr Ferhed diyar kir ku bêhtirî 400 çekdarên Talibanê li ser motoran bûn û sibehê zû girtin ser navenda polîsê ya herêma Şortîba ya wîlayetê, piştre jî herdu aliyan gule berdan.

Li gorî berdevk, hinek endamên Talibanê jî hatin kuştin.

Talibanê jî yekser ev êrîş bi daxuyaniyekê girt ser xwe û got, endamên wê herêm kontrol kiriye.

 

Leave a Reply

Back to top button